SBS Kurdish - SBS Kurdî

Dozgeriyê derbarê mirina Elçî de daxwaza beraeta polîsan dike

Listen on

Episode notes

Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahir Elçî di sala 2015'an de di encama pevçûneke di navbera polîs û çekdarên PKK de hatibû kuştin. Di 25'ê Nîsana îsal de îdianameya dozger pêşkêşî dadgehê hatibû kirin, li gorî îdianameyê, bersûcan di parastinên xwe de îdiayên der barê wan de red kirine. Û hat diyarkirin ku di qeydên kamerayê de dîmenên kêliya gulebarana Elçî nayên dîtin.